Duh civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat .
Di civînê plansaziyek berfireh di qadên siyasî, civakî, xizmetguzarî, dîplomasî û ewlekarî de hat danîn.
Doh Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de xebatên salane û danîna plansaziyan ji bo pêşxistina xebatê di hemû qadan de, hatin nîqaşkirin.
Piştî vê yekê encamname û plansaziya sala nû ji raya giştî re hate parvekirin.
Li gor encaman plansaziyek berfireh di qadên siyasî, civakî, xizmetguzarî, dîplomasî û ewlekarî de hat danîn.
Di qada siyasî de:
- Belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk
Ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî herêmê xebat li gorî pêvanên navnetewî bên kirin.
JI BO ÇARESERKIRINA KIRÎZA SÛRÎ XEBAT BÊ KIRIN
Pêwîste xebata siyasî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bê domandin .
Piştgirîdayîna ji bo berdewama diyaloga di navbera aliyên Kurdî û aliyên Kurdî-Erebî de .
- Li ser vekirina deriyê Til Koçer xebat bê meşandin
Ji bo vekirina deriyê Til Koçer ji bo gihandina alîkariyên mirovî divê xebat bê kirin .
Di qada ewlekarî û leşkerî de:
- Parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî
Parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan li gorî baweriya yekitiya xaka Sûriyeyê.
- Pêkanîna aramiyê li herêmê
Pêkanîna aramiyê û bidawîkirina diyardeyên li dijî çand û kevneşopiya civaka me.
Di qada rêxistinî û karê rêveberî de:
- Pêşxistina kar li gor hevpeymana civakî
Pêşxistina karê rêveberî û jinûve sazûmankirina Rêveberiya Xweser li gor. Hevpeymana Civakî ya nû.
- Pêkanîna hilbijartinan
Pêkanîna hilbijartinan di 2024’an de.
- Pêkanîna projeyên xizmetguzarî
Pêkanîna hemû projeyên xizmetguzarî yên 2024’an li gorî plansaziya ku hatiye erêkirin.
Di qada xizmetguzarî de:
- Projeyên kişandina ava vexwarinê ji bo Hsekê
Domandina projeya kişandina ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê.
- Çaksazkirina binesaziya herêmê
Dayîna girîngiyê ji bo projeyên xizmetguzarî yên binesaziya ku di topbarana dagirkeriya Tirk de hatiye wêrankirin.
Piştgirîdayîna saktora perwerdehiyê û şopandina çaksazkirina dibistanan.
- Xebat li ser fireneyên nan bê kirin
Pêşxistina çavdêrî û şopandina sûk, aş û firneyan ji bo pêşxistina cûreyê nan.
Di qada kampan û kar û barên mirovî de:
- Girîngî ji bo kar û barên kampan bê dayîn
Girîngîdayîna kar û barên kampan, pêşxistina rewşa koçberan û xebitîna li ser hemû rêbazan ji bo vegerandina wan li warê wan.
- Birêveberina dosyaya mirovî
Birêvebirina dosyaya mirovî, wek dosyayek yekgirtî bi wê re mijûlkirin .