PDK bi maskeya parazvanên sînor xiyaneta xwe dinixumîne

Li dijî gerîlayên azadiya kurdistanê dewleta Tirk bi destê PDK û Hikûmeta Iraqê di nav lîstikan de ne.

Li gor ANF’ê ku xwe distpêre çavkaniyên xwe yên Iraqê û dibêje PDK’ê bi rayedarên hikûmeta navendî re rûniştibû û bi hinceta ku pêşî li bazirganiya tiryak û qaçaxçîtiya li ser sînor bigire, hêz xwest.

Li ser vî esasî li hev kirin û hêz hat şandin, lê PDK’ê bi vê hicetê wan hêzan şandin herêmên gerîla.”

Ango PDK hikûmeta Iraqê jî xapandiye û li ser erdê peymanê cûda pêktîne.

Hin agahiyên di çarçoveya planên nû yên dagirkeriya Tirk û PDK’ê ku li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor ê Iraqê ber bi herêmên gerîla ve kiribû, zelaltir bûn.

Di hin wêne û dîmenan de ku ANF’ê bi dest xistine, derket holê ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor girêdayî PDK’ê ne.

Li gorî agahiyên ANF’ê, dewleta Tirk ji PDK’ê xwestiye ku zêdetir zextê li herêmên gerîla bike da ku planên dagirkeriyê bimeşînin.

PDK’ê jî gav avêtiye û li ser navê Iraqê vê yekê kir, da ku raya giştî ya navxweyî a Başûrê Kurdistanê bêdeng be.

“Dixwazin Iraqê jî bikşînin nav planên xwe”

Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku PDK’ê bi planên curbecur dixwaze Iraqê jî bike nava polîtîkayên dagirkeriyê.

PDK jî ji bo ku hevdîtinan bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bike şandeyek şand Bexdayê.

Hat destnîşankirin ku şandeya PDK’ê bi rayedarên hikûmeta navendî re rûniştibû û bi hinceta ku pêşî li bazirganiya tiryak û qaçaxçîtiya li ser sînor bigire, hêz xwest.

Li ser vî esasî li hev kirin û hêz hat şandin, lê PDK’ê bi vê hicetê wan hêzan şandin herêmên gerîla.

“Dilêr Ferzende serkêşê yekîneyê ye”

Di heman demê de hat zanîn ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê ku ji bo herêmên Dihok û Şêladizeyê hatine şandin, hêzên PDK’ê ne.

Hat zanîn ku berpirsê vê hêzê biraziyê Hoşyar Zêbarî Dilêr Ferzende ye.

Tê gotin ku Ferzende serokê hêza çûye Şêladizeyê ye.

Di heman demê de tê gotin ku hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî hewldanên PDK’ê yên bi vî rengî ye.

Bexda ji vê rewşê aciz bûye û ji PDK’ê re jî hatiye gotin ku bicihkirina Yekîneyên Parastina Sînorên Iraqê bi vî rengî ne li gorî armanca Iraqê ye û ew li dijî vê yekê ne.

Her wiha hat gotin ku rayedarên Iraqê bi PDK’ê re hevdîtin pêk anîne û gotine:

“We tiştekî din ji me re got, lê li qadan rewşeke cuda diqewime.”

Hêjayê bibîrxistinêye ku doh KCK’ê bi daxuyaniyek hikûmeta Iraqê şiyarkir ku neyê lîstika dewleta Tirk û PDK’ê.

Back to top button