Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê her du têkoşer Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi meşekê bi bîr anîn.
Meş ji pêşiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û hea Çerxerêya Neîm dewam kir.
Li wir hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Reqayê Letîfe Elî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û got:
“Hevrêyên me yên şehîd ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û bi ruhê fedakarî ya Apoyî bûn 2 sembolên têkoşîna demokrasiya modernîte.”
Letîfe El Elî sersaxî da tevahî şêniyên Cizîra Botan û Rihayê bi taybetî malbatên herdu şehîdan.