Komîteya Ciwanan a PKK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Komîteya Ciwanan a PKK’ê bi daxuyniyekê şehadeta endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha ragihand. Komîteya Ciwanan a PKK’ê soza tolhildana şehîdên xwe dubare kir û got, em ê bi bîranînên wan re girêdayî bimînin û bigihin armancên wan.

Komîteya Ciwanan a PKK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha eşkere kir.

Komîteyê sersaxî ji malbatên her 2 şehîdan re xwest u derbarê kesayet û têkoşîna şehîd Bişeng Brûsk de jî ev nirxandin kirin:

“Hevrêya me bişeng di sekna jina azad de bû mînak”

Hevrêya me Bişeng di sala 1988’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê,di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de, xwedî li nirxên berxwedana Kurdistanê derketiye ji dayik dibe.

Bi hêsta parastina nirxên birayê xwe yê mezin Ş.Brûsk û şehîdên ku di nava malbata wî ya mezin de bûn, mezin bû.

Bi taybetî dema ku di salên zanîngehê de bi Ciwanên Apoyî û Tevgera Jinên Ciwan naskir, daxwaza wê ya tolhildana Cizîrê xurtir bû.

Ji bo ku di paradîgmaya Rêber Apo de hîn bêhtir kûr bibe biryara tevlîbûnê da û berê xwe da çiyayên Kurdistana azad.

Bi pewerdeya ku dît milîtaniya PAJK û PKK’ê kûr kir, bû xwedî helwesteke fedaî û di sekna jina azad de bû mînak.

Her wiha ji bo perwerdekirina ciwan û jinên ciwan bi fikrê Rêber Apo, berê xwe da şoreşa Rojava.

Piştî ku li qadên ku çûbû erka xwe bi serkeftî bi cih anî, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di salên xwe yên têkoşînê de karîbû meşa bê westan û bê rawest, paqij û bi coş mîna çemekî bidomîne.

“Hevrêya me sara bi tevlêbûna xwe bû çavkaniya îlhamê”

Komîteyê di berdewamiya daxuyniya xwe de qala sekin û têkoşîna şehîd Sara Hogir Riha jî wiha got:

Ş.Sara ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê taybet li Tirkiyê dît, fêm kir ku yekane bersiva pêwîst tevlîbûna têkoşînê û asta milîtantiyê di xwe de avakirin e.

Li ser van esasan di sala 2011’an de li Mêrsînê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Ji bo birêxistinkirina ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kedeke mezin da.

Hevrêya me Sara bi tevlêbûna xwe ya kedkar, manewî û exlaqî di her qada ku tevlî bûye bûye çavkaniya îlhamê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Pişeng Brûsk
Nav û Paşnav: Rojda Bilen
Navê Dayikê: Gullî
Navê Bavê: Mehmet
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Lozan-Siwêsra-07-11-1988
Esil: Şirnex-Cizîr /Koçtepe
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 2010-Eskişehir
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sara Hogir Riha
Nav û Paşnav: Gulsun Silgir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Wêranşar/ Riha- 29.08-1990
Navê Dayikê: Medine
Navê Bav: Seydi
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Mersin 2011
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Jina Pêşeng û Wêrek a Cizîrê: Bişeng Brûsk

Back to top button