Li Burkîna Fasoyê 15 kes mirin

Li Burkina Faso di dema merasîma roja Yekşemê de li dêrê êrîşek hat kirin û 15 kes mirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Dêra Katolîk a Dorî de hat destnîşankirin ku dêra gundê Essakane yê eyaleta Seno ya herêma Sahelê di dema ayîna yekşemê de rastî êrîşa çekdarên nenas hat.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de 15 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji ber krîza ewlekariyê ya ku di sala 2015’an de li Burkîna Faso derketibû, zêdeyî 2 mîlyon mirov neçar man malên xwe biterikînin.

Li gorî daneyên hikûmetê ji van kesan tenê 120 hezar karîbûn vegerin malên xwe.

Serokwezîr Apollinaire Joachimson Kyelem (apolînare coçîmsin kîlem) de Tambela par di axaftineke xwe de gotibû ku ji sedî 65ê xaka welêt di bin kontrola dewletê de ye.

Back to top button