Alîgirên Serokkomarê berê yê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro daketin qadan

Bi hezaran alîgirên Serokkomarê berê Jaîr Bolsonaro ku di lêpirsîna hewldana derbeyê ya li Brezîlyayê de behsa wî dihat kirin, daketin qadan.

Bi hezaran alîgirên Serokkomarê berê Jaîr Bolsonaro yê ku pasaporta wî hat desteserkirin û navê wî di lêpirsîna ku li dijî teşebûsa derbeya 2022’an a li Brezîlyayê hatibû destpêkirin de daketin kolanan.

Alîgirên Bolsonaro li Bulvara Paulista ya li paytext Sao Paulo kom bûn û ji bo Bolsonaro piştgirî dan.

Bolsonaro ev protesto wek “Mecliseke aştiyane ji bo serweriya hiqûq, azadî, malbat û pêşerojê” bi nav kir.

Alîgirên Bolsonaro di 8’ê Çileya 2023an de, hefteyek piştî ku Lula dest bi wezîfeyê kir, banga derbeya leşkerî kirin û avêtin ser Qesra Serokomariyê, Dadgeha Bilind û Kongreyê.

Alîgirên beşdarî mîtînga Bolsonaro bûn alên Îsraîlê û her wiha alayên Brezîlyayê hilgirtin.

Dema ku Serok Lûla da Silva li ser sûcdariya qirkirinê ya li dijî Îsraîlê radiweste, Jair Bolsonaro di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de destnîşan kir ku daxuyaniyên Lula ‘sûc in’.

Back to top button