Du salin Talîban li dijî jinan sûcên dijmirovî pêk tîne

Li Efganistanê Talîban 2 sal in li dijî jinan sûcên li dijî mirovahiyê dike. Ji dema ku reveberiyê desteser kiriye heta niha, jinan ji jiyana civakê dûr xistiye. Li dijî vê yekê jinan bang kir û got: “Bikevin tevgerê.”

Bi vekişîna DYA’yê ji Efganistanê re, di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Talîban Efganistan desteser kir.

Van du salan herî zêde bandor li ser jinan kir.

Li welat bi taybetî jin, ji hemû mafên xwe yên ku bi dest xistibûn bêpar hatin hiştin.

Mehek piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê destesr kir, wezareta jinan girt û li cihê wê Wezareta Zêdekirina Fazîletê û Pêşîgirtina li Bêexlaqiyê ava kir.

Wezareta nû bi kiryarên xwe yên li dijî jinan tê nasîn.

Dema ku li kolanan li gorî wan cilan li xwe nekiribin an jî li ba wan mêr tunebin “polîsên exlaq” ji bo lêdana wan peywirdar dikirin.

21’ê Gulana 2022’an jî ji pêşkêşvanên jin ên televîzyonê xwestin rûyê xwe bigrin û derkevin ekranê.

Beriya vê biryarê jî gelek jinên ku di televîzyonan de dixebitîn ji kar hatin avêtin.

Bi Talîbanê re li welat ji 150 zêdetir kanalên televîzyonê, radyo, rojname û sîteyên înternetê hatine girtin.

Gera jinan a bi tena serê xwe hat qedexekirin

Wezareta Zêdekirina Fazîletê û Pêşîgirtina Bêexlaqiyê li hinek herêmên Kabulê, posterên ku jinan teşwîqê girtina rû û pêçeya reş dikin daliqandin.

Li hemû welat ji bo jinên ajokar qedexe hatin.

Zarokên keç roj bi roj ji perwerdeyê hatin dûrxistin. Destpêkê ji bo dibistana navîn biryar hat girtin.

Piştre, heman biryarên qedexeyan ji bo zanîngehan jî hatin girtin.

Hat gotin werzîşa jinan hewce nake û hat qedexekirin ku jinên Afgan tevli pêşbirkên werzîzê bikin.

Amûrên muzîkê hatin şewitandin.

Tevî vê yekê jî welatên cîhanê çavên xwe girtin di ser de jî bi pejirandina Talîbanê, pêkanînan qebûl dikin.

Jinên ku di nava tirsê de dijîn jî tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê bernadin.

Jin bi dengê bilind dixwazin ku cesareta wan belav bibe û dibêjin: “Li dijî Talîbanê bikevin tevgerê.”

Back to top button