HPG’ê: berxwedana 17 Nîsanê destpêkir ber bi serkeftinê ve diçe

Di ser êrişa tevgera dagirkeriya Tirk a li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê re 4 meh derbas bûn.

HPG’ê bi daxuyaniyekê encama şerê pêvajoya derbasbûyî eşkere kir.

Li gorî vê di nava 4 mehan de gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk 1454 çalakî pêk anîn.

Di encamê de 1871 leşker hatin kuştin û 6 helîkopter hatin xistin.

14’ê Nîsanê 2022’an artêşa Tirk bi dehan balafirên şer rakirin û bi dijwarî herêma Zap, Avaşîn û Metînayê bomardiman kirin.

Piştî êrişa 3 rojan, 17’ê Nîsanê li dijî van herêma tevgera dagirkeriyê destpêkir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê 4 mehan bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku têkoşîna gerîlla a 15’ê Tebaxa 1984’an bi gulleya pêşî destpêkir îro li Kurdistanê ber bi serkeftinê ve diçe û got:

Wek tê zanîn artêşa Tirk bi hemû hêz û derfetên xwe li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna tevgera dagirkeriyê destpêkiriye.

Ji roja pêşî ve, gerîllayên Kurdistanê bi rihê fermandar Egîd ê serkeftinê, serbildiya Bêrîtan a li hemberî teslîmiyetê û biryardariya Zîlan a canbexşiyê liberxwe didin.

Gerîlla bi rêbazên nûjen û taktîkên dewlemend derbên giran li dagirkeran dixin.

Duyemîn artêşa NATO a nekarî xwe li hemberî hêza gerîlla bigre, her cûreyên çekên qedexekirî bikar tîne.

Li dijî xelkê sivîl komkujî pêk anîn û xwezaya Kurdistanê talan kir.

Tevî van êrişên hovane jî gerîllayên Kurdistanê rê nedan dagirkeran ku bighêjin armancên xwe.

Di berdêla parastina xak û rûmeta Kurdistanê de, di nava 4 mehên derbasbûyî de 84 gerîlla bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

HPG: 6 helîkopter 2 tang 10 wesayîtên zirxî 2 kepçe hatin têkbirin

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, encama şerê 4 mehan wiha ye:

1454 çalakî li dijî hêzên artêşa Tirk pêk hatin.

1871 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

261 leşker birîndar bûn.

Di vê pêvajoyê de êrişên ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne jî wiha ne:

2950 êrişên balafirên şer

2528 êrişên helîkopteran

1532 êrişên çekên kîmyewî

Di çalakiyên gerîlla de alavên artêşa Tirk ên hatin bidestxistin:

29 çekên ferdî û bombeavêj

18 bomber û bi sedan gulle

14 kamera û dûrbînên şev û rojê

Alavên leşkerî yên di şer de hatine tinekirin jî ev in:

6 helîkopter hatin xistin

2 Tank û 10 erebeyên zirxî hatin teqandin

32 dron hatin xistin.

Back to top button