Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin

Bi ser erdhejê re 34 roj derbas bûn.
Lê li heremên erdhejê ên Bakurê Kurdistanê hîna gelek pirsgirêkên pêdiviyên jiyanî didomin.
Ev yek jî rê li ber nexweşiyan û belavbûna wan vedike.
Parlamenterê HDP ê Êlihê bijîşk Necdet Îpekyuz diyar kir ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde bibin

Li gorî daneyên fermî, di encama erdhejên Mereşê de 47 hezar û 975 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi ser erdhejê re 34 roj derbas bûn lê hêj jî gelek pirsgirêkên weke cihê mayînê, tenduristî û xurekan didomin.

Her wiha heta niha li konbajaran pirsgirêka daşir û serşokan nehatiye çareserkirin.

Ev yek jî rê li ber belavbûna nexweşiyan vedike.

Pispor jî dibêjin ku bi germbûna hewayî re dê pirsgirêkên tenduristiyê zêde bibin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz têkildarî pirsgirêkên li herêmên erdhejê axivî.

Dr.Necdet Îpekyuz: Bi germbûna hewa re dê nexweşî zêde bibin

Necdet Îpekyuz da zanîn ku di erdhejê de xesar gihiştiye gelek navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan û wiha got:

“Piştî erdhejê bi taybet jî di qada alîkariya destpêkê de pirsgirêkên mezin derketin.

Li herêmên erdhejê gelek pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin.

Di kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, jinên ducanî, pitik û zarok bi pirsgirêkên nû re rû bi rû man.

Nikarin têr bixwin û vexwin, di sermayê de dimînin û ev yek jî rê li ber pirsgirêkan vedike.”

Bijîşk Îpekyuz diyar kir eger pirsgirêka xebatkarên tendûristiyê çareser nebe dê ev pirsgirêk bidomin û got:

Bi germbûna hewa re dê li van herêman mîkroorganîzma zêde bibin.

Divê xebatên paqijî û dermankirinê li van herêman bên kirin.”

Dr.Necdet Îpekyuz: Rayedarên Tirk mijara tenduristiyê paşguh dikin

Di dawiyê de Parlamenterê HDP ê Êlihê bijîşk Necdet Îpekyuz anî ziman rayedarên Tirk mijara tenduristiyê paşguh dikin û ev yek got:

Wezareta tenduristiyê ji bo nexweşiyên kronîk sererastkirinek kir lê pereyê wê xelk bi xwe dide.

Xelk bêçare ye û divê hêj bêhtir neyên mexdûrkirin.

Pergala hilweşiyayî xelkê bêhtir ber bi nediyarî û neyînîtiyê ve dibe.

Divê alîkariyeke xurt bi herêmê re bê kirin, xebatên protezê bên meşandin û navendên girîng bên avakirin.

Back to top button