Şandeya Belçîkayê gera xwe li Qamişloyê didomîne

Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî yên li bajarê Qamişlo kirin.

Şandeyê bi Partiya Yekitiya Suryan ku ji aliyê hevserokê partiyê Senherîb Bersûm ve hat pêşwazîkirin.

Behsa rewşa suryanan di dema rejîma Baas a li herêmê, cihê belavbûna wan li Sûriyê bi giştî û rewşa wan a heyî nîqaş kirin.

Şandeyê serdana goristana şehîdan ya li Qamişlo kir

Piştre, şandeyê bi endamê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulrehman Selman re serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir û bi navê şandeyê gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.

Şandeyê her wiha bi Meclisa Mablatên Şehîdan a bajarê Qamişlo rûnişt.

Meclisê banga piştgiriya civaka navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kir.

Şandeyê her wiha serdana navenda Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî ya li Qamişloyê kir. Rêvebirê rêxistinê Egîd Îbrahîm û cîgira wî Hemrîn Hesen, koordînatorê rêxistinê Salar Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.

Herdu aliyan, binpêkirinên ku hêzên dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin, sûcên hatine belgekirin û girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Tê payîn ku şande sibe serdana kampên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin.

Back to top button