Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser ciwanan berdewamiya polîtîkayên qirkirinê ye

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kobanê berdewamiya polîtîkayên qirkirina kurdan e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Kobanê pêk hatibû li ser hesabê xwe yê tiwîtterê daxuyaniyek da.

Mazlûm Ebdî got:

“Êrişa Dewleta Tirk ya li ser malekî sivîlan ku tê de 9 endamên ciwanên şoreşger kombibûn û di encamê vê êrişê de 5 ciwan şehîd ketin, berdewamiya êrişên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk in.

Dewleta Tirk bi van êrişan ve ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî dike armanc.

Back to top button