Hejmara şehîdên êrişa li ser Kobanê bû 5

Pêr artêşa Tirk bi balfirên şer ên bê mirova êrişî Kobanê kir. Di hedefa vê êrişê de rêxistina Ciwanên Şoreşger hebû. Ji ber dijwariya êrişa hovane, 5 ciwan şehîd bûn.

Ciwanên Şoreşger..

Bi salane li Rojavayê Kurdistanê weke hêza herî çalak a şoreşê, di nava têkoşînê de ne.

Ji rêxistinkirina civakê bigrin, heta perwerde û parastinê, her gavê bi erka pêşengiyê rabûn.

Demên dawî bûn hedefa êriş û hewldanên reşkirinê yên hin aliyan.

Bi taybet jî ENKS û PDK’ê..

Ev herdû alî ji bo Ciwanên Şoreşger weke hêzeke “dijber û tûndrew” nîşan bidin a ji destê wan hat kirin.

Ji bo vê bi rêya dezgehên xwe ên ragihandinê weşan amade kirin.

Li hin deverên Ewrûpayê li dijî Ciwanên Şoreşger xwepêşandan pêk anîn.

Herî dawî 12 Kanûnê bi sedan endamên Ciwanên Şoreşger ji bo destekê bidin çalakiya malbatên şehîdanê, ber bi Deriyê Sêmalkayê ve meşiyan.

Û di roja 3’an a meşê de ciwan gihiştin devera çalakiyan malbatan.

Her çendî xwepêşanda bi awayekî aştiyane destpêkiribû jî lê li ser pira Sêmalka rewş hat guhertin.

Lewma bi dehan endamên hêzên PDK’ê bi keviran êrişê ciwanan kirin û bûn sedem ku gelek ji wan birîndar bibin.

Paşê ev yek hate berovajîkirin û ji wê rojê ve Ciwanên Şoreşger weke hedef hatin nîşandan.

PDK’ê a Deriyê Sêmalak li çûnûhatinê girt, îdîa kir ku sedema vê biryarê êrişa ciwanên şoreşger e.

Tam di demeke wiha de li bajarê Kobanê êrişeke hovane a artêşa Tirk pêk hat.

Ciwanên Şoreşger ên piştî xwepêşandana li Sêmalkarê weke hedef hatin nîşandan, armanca êrişa li Kobanê bûn.

Di kêliya pêşî ya êrişê de 2 ciwan şehîd û 7 jî birîndar bûn.

Ji birîndarên ku rewşa wan giran bû, doh 3 ciwanên din tevî hemû hewldanan jî nehatin rizgarkirin..

Bi vî awayî hejmara şehîdan derket 5’an û navê wan jî wiha ye:

Nûjiyan, Viyan, Rojîn, Merhef û Welîd..

Di nava şehîdan de ciwanên binavê Merhef û Welîd ji pêkhatiye Ereb in.

4 ciwan jî hê li nexweşxaneya bajarê Kobanê têne dermankirin.

Back to top button