YE ji bo pêşxistina peywendiyên bi Tirkiyê re şertên xwe eşkere kir

YE ji bo peywendiyên li gel Tirkiyê ronahiya kes da û şertên xwe eşkere kir:
Di despêka van şertan de mijara Qibris û dawî anîna binpêkirinên mafê mirovan tê.

Rejîma faşît ya Tirkiyê bi nav jî be dixwaze derbasî nava YE bibe.

Lê ji bo vê yekê, tiştê ku rejîma Erdogan qet dest jê bernade heye.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got,

“Em bawer dikin ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de têkiliyeke xurtir pêş bikeve. Ev yek wê di berjewendiya herdu aliyan de be.”

Borrell di civîna çapemeniyê ya ku piştî civîna wezîrên karên derve yên li Brukselê hat lidarxistin da wiha ev tişt anî ziman:

“Me li ser çawanniya ji nûve başkirina têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re gotûbêj kir.”

Şertên ye ji bo Tirkiyê: Mijara Qibris û mafê mirovan çareser bike

Borrell got,

“Çareserkirina pirsgirêka Qibrisê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar wê di vê vegerandina bi Tirkiyeyê re roleke sereke bilîze.”

Her wiha parastina azadî û nirxên bingehîn ên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku Enqere jî beşeke wê ye, wê pir girîng be.”

Ji Almanya peyama beşdarbûna Tirkiyê li YE: Em ne bêçare ne

Wezîra Karê Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî li ser mijarê helwesta welatê xwe eşkere kir.

Baerbock diyar kir ku piştî hilbijartinê wan xwest têkliyên xwe yên stratejîk ji nûve di ber çavan re derbas bikin û got:

Ji bo mijara beşdarbûna YE em nebêçare ne.

Danûstandinên endamtiyê yên di navbera Enqereya ku 24 sal in namzeda fermî ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Brukselê ji sala 2016’an ve ji ber fikarên li ser binpêkirina mafên mirovan û rêzgirtina ji dewleta hiqûqê peywendiya li gel Tirkiyê dabû rawestandin.

Di 10’ê Tîrmehê de, Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ji nişka ve endamtiya Swêd a bo NATO bi mijara beşdarbûna wan ya li nava YE ve girê da.

Di despêka meha Tîrmehê de, rêveberekî payabilind yê Tirkiyê ji ajansa Reutersê re got:

Divê Rojava di pêdiviyên xwe yên darayî de piştgiriyê bide Tirkiyê.

Back to top button