Ebû El-Xêt: Şandina leşkerên Tirk a Lîbyayê ji bo netewa Ereb gefek e

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt diyar kir ku şandina dewleta Tirk hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê, gefeke ji bo ewlehiya netewî ya Erebî ye.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt di rûniştineke li Navenda Îmaratê ya Lêkolînên Stratejîk de axivî û destnîşan kir ku ji bo ewlehiya netewî ya Ereban Îran, Tirkiye û Îsraîlê xeterek in.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî anî ziman ku ji bo Sûriyê jî Îran û Tirkiyê gefek in û her weha destwerdana dewleta Tirk li ser Lîbyayê gefeke ber bi çav e.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt berî niha jî di karûbarên dewletên Erebî de bandora zêde ya Îran û Tirkiyê şermezar kiribû.

Ebû El-Xêt gotibû ku nehêzbûna dewletên Erebî dihêle ku dewletên derdorê yên ne Erebî çavên xwe berdin herêmê.

Leave a Reply

Back to top button