Dr. Beppe Savary: Tecrîda li dijî Rêber Apo derveyî pîvanê mirovî ye

Parlamenterê Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Borioli bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêber Apo da û got : “Erdogan bi rêya tecrîdê şantajê li her kesî dike .
Şert û mercên li Îmraliyê derveyî pîvan û hiqûqên navdewletî ne.”

Nerazîbûnên tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan zêde dibin ..

Wekîlê Parlamentoya Kantona Ticino ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Boriloli derbaê mijarê nirxandin kir.

Dr. Beppe Savary-Borioli destnîşan kir ku, tecrîda li dijî Rêber APO derveyî pîvanên mirovahî ne û got:

“Tecrîd li dijî hemû rêgezên hiqûqî ne.

Erdogan bi rêya tecrîdê şantajê li her kesî dike.”

”Bi têkoşîna çekdarî a Kurdan DAIŞ têk çû”

Dr. Beppe Savary-Borioli anî ziman ku, di siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan de rola Ewropa û Amerîka heye ..

Amerîka siyaseta durû dimeşîne û ji tiştên qewimî berpirsiyar e.

Amerîka di şerê li dijî DAÎŞ’ê de piştgirî da Kurdan.

Kurd bi dayîna berdêlên giran li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketin.

Serkeftina li dijî DAÎŞ’ê ne bi bombeyên hewayî lê ema bi têkoşîna destanî ya Kurdan hat bidestxistin.”

“Erdogan hewl dide serkeftinekê li dijî Kurdan pêk bîne”

Parlamenterê Swîsrî da zanîn ku Erdogan hewl dide serkeftinekê li dijî gelê Kurd pêk bîne..

Lê her car hawildanê wî bi bin dikevin û wiha dewam kir :

”li Tirkiyeyê beşeke mezin heye ku ji polîtîkayên Erdogan nerazî ne.

Welatên Ewropayê dikarin zextê li Erdogan bikin ku bi kêmanî rêzê li mafên mirovan ên bingehîn bigire.”

Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan

Back to top button