Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hat vedan

Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Herêma Ereban çalakiya konvedanê hat destpêkirin.
Li Mexmûrê jî dest bi çalakiya nobedê hat kirin.

Li Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bertek zêde dibin.

Di 19’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Meclisa Jinan a Herêma Ereban a ser bi Şengalê, çalakiya konvedanê hatiye destpêkirin.

Çalakî di roja xwe ya sêyem de didome.

Bi armanca destekdayîna çalakiyê bi sedan xelkê Ereb serdana kon dikin

Piştgiriya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo didin diyakirin.

Endamên Meclisa Bîrcarî û gundên wê ,

Mekteba Şehîd Zîlan a perwerdeya jinan duh êvarî seredana konê çalakiyê kirin.

Di bin konê çalakiyê de hevserokê Meclisa Bîrcarî Ebû Seger axivî..

Bîrcarî Ebû Seger diyakirin ku civaka Ereb bi naskirina fikrê Rêber Apo serî li hember ti kesî netewandine û got:

“Ev demek dirêje em tu agahî ji rêbertî nagirin û tecrîda li ser giran dibe.

Ev tecrîd ji aliyê NATO û bi hevkariya dewletên serdest ve liser rêbertî tê meşandin,

Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe lazime em hemû gelên azadîxwaz yekitiya xwe çêbikin.”

Back to top button