Pêşangeha Pirtûkan bi dawî bû

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkên bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di pêşangeha de stran û helbest kurdî hatin pêşandan, her wiha pirtûka Arşek Baravî ya bi navê “Abeceyên kurdî û ola zeradeştî” hate îmzakirin.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê roja 15’ê Gulanê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn vekir.

Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişlo hat vekirin.

Di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûkên bi mijarên jin, şoreşgerî, ziman, çand, ol, fikr, dîrok, felsefe, şoreşa azadiyê û Şoreşa Rojava hatin pêşandan.

Ji sedî 45 beşdarî pêşangehê nivîskarên jin bûn, 32 weşanxane, saziyên çandî û yekitiyên rewşenbîran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di roja dawîn a pêşangehê de Salih Heydo û Abdîn Merxso helbest xwendin û hunermend Kawa Kalê û Cano Hisen stran gotin.

Her wiha şanoyek hate pêşandan.

Pêşangeh bi îmzakirina pirtûka Arşek Baravî a bi sernavê “Abeceyên kurdî û ola zeredeştî” bi dawî bû.

Back to top button