Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) ji ber koça dawî ya Kadîr Înanir peyamek weşand.
TEV-ÇAND di peyamê de diyar kir ku Kadîr Înanir xwedî sekneke humanîst, demokrat û aştiyane bû.
Peyama TEV-ÇAND’ê bi vî rengî bû:
“Di pêvajoya çareseriyê ya salên navbera 2013-2015’an cihê xwe di nava Komîsyona Mirovên Aqilmend de girt û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî bêdudilî bi rola xwe rabû.
Kadîr bi êşên gel re bû û dixwest vê êşê, vê hesret û daxwazê bi hunera xwe nîşan bide.
Ev daxwaza wî dema ku xwest di filmekî de rola bavê gerîlayyekî bilîze hat diyar kirin
Ev daxwaza hevalê me yê hêja yê sînemager êdî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye”.
TEV-ÇAND di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbat û hezkiriyên wî re xwest û ew weke dostekî hêja yê gelê Kurd kete hiş û dilê gel de.



