Ji bo şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaznameyek hate pêşkêş kirin

Kesûkarên şehîdên Komkujiya Hewlêrê li Parka Hewar a parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo lêkolîna vê dosyeyê wê daxwaznameyek pêşkêşî Parlementoya Iraqê bikin. 

Komkujiya di 16’ê Gulana 1997’an li navenda bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de pêk hat, hîna jî li benda ronîkirinêye.

Beşek ji kesûkarên şehîdên Komkujiya Hewlêrê li Parka Hewar a parêzgeha Hewlêrê kombûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Iraqê wê bikin da ku li ser vê dosyeyê lêkolîn bide destpêkirin.

Tevî ku bi berdewam kesûkarên qurbaniyên Komkujiyê serdana aliyên peywendîdar, Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê û sazî û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikin jî, lê bê sud bûne.

Ev 26 salin Komkujî hatiye pêkanîn, lê heta niha ti agahiyek li ser wan nehatiye girtin.

Daxwaz ji Parlamentoya Iraqê û Desteya Mafê Mirovan a li Parlamentoya Iraqê dikin, li ser çarenûsa zarokên me ku rastî Komkujiyê hatîn bersivek fermî bidin.

Di encama êrişê ya wê demê de 52 gerîlayên birîndar, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê hatin şehîd xistin.

Salvegera 26’emîn a komkujiya Hewlêrê

Back to top button