Salvegera 26’emîn a komkujiya Hewlêrê

Komkujiya Hewlêrê.
Xeta îxanetkar a PDK’ê beriya 26 salan komkujiyek li Hewlêrê pêk anîbû.
Di navbera Komkujiya li Hewlêrê û ya Xelîfanê de dîrokeke dirêj a komkujî û xiyanetê ya li dijî gerîlayan heye.
PDK’ê li nexweşxaneyê komkujiyek li dijî gerîlayên birîndar pêk anî û di encamê de 83 gerîla şehîd bibûn.

Di 14’ê Gulana 1997’an de zêdetirî 200 hezar leşkerên dewleta Tirk a dagirker operasyonekê bi navê “Operasyona Gurzê/Çakûç” destpêkirin.

Hewl dan gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê tune bikin.

Di 2 rojên pêşîn de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwaribû û bi dehan leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîlayan ve hatin cezakirin.

Komkujiya Hewlêrê û xeta xiyanetê ya PDK’ê

Di wê berxwedanê de bi dehan gerîla şehîd û birîndar bûn.

Gerîlayên birîndar li nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê dihatin dermankirin.

Tevî sozên Mesûd Barzanî ku hêzên wî dê li kêleka artêşa Tirk a dagirker êriş nekin,

lê dîsa li gor berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û li dijî berjewendiyên neteweyî yê Kurdistanî kar kir.

PDK’ê li nexweşxaneyê komkujiyek li dijî gerîlayên birîndar pêk anî û di encamê de 83 gerîla şehîd bûn.

Ev komkujî ji sûcên herî qirêj bû ku li dijî gelê Kurd hatî kirin û heta niha jî cihê cenazeyên şehîdan nayê zanîn.

PDK’ê penceşêra di bedena Kurdistanê de ye

Gelê Kurdistanê bi giştî û yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li hember kiryarên PDK’ê bêhêvî bûn.

Tevî komkujî û qirkirina ku li dijî gelê Kurd ku di sedsala 20’an de hatine pêkanîn,

gelê Kurd wek wî wextî bêhêvî nebibû, ji ber ku PDK’ê xwe welatparêz nîşan dide û li dijî gelê xwe xiyanetê dike.

PDK îro jî bi hevkariya xwe ya AKP/MHP’ê heman siyasetê li dijî Kurdan dimeşîne.

Gerîla hêza yekane ya gel e, cihê hêvî û baweriyê ye

Ji salên 90’î ve, PDK’ê xwest PKK’ê wek hêzeke dijberî Kurdan nîşanî gelê Başûrê Kurdistan bide.

Lê hewldanên wê bi ser neketin. Nexasim piştî sala 2000’î dema propaganda kir ku PKK’ê zaîf e û nikare tu destkeftiyan biparêze.

Lê têkoşîn û berxwedana serkeftî ya PKK’ê ya li hember hêzên dagirker, ev gotinên wan vala derxist.

Taybet di şoreşa Rojava, têkbirina DAIŞ’ê li Kerkûk, Mexmûr, Silêmaniye û Hewler de vê yekê carekde din herkesî hêza PKK’ê dît.

Di heman demê de rastiyeke din eşkere kir ku gerîla hêza yekane ya gel e û cihê bawerî û hêviyê ye.

Back to top button