Kongra Star li dijî tecrîdê komxebatek li dar xist

Li Qamişlo bi pêşengiya Kongra Star komxebatek der barê tecrîda li dijî Rêber Apo hate lidarxistin.
Di komxebatê de li ser zêdekirina asta berxwedan û tekoşîna jinan ji bo azadiya Rêber Apo hat niqaşkirin.

Di çerçoveya kampanya “Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye” Kongra Star komxebatek li dar xist.

Komxebat bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” li bajarê Qamişlo pêk hat.

Bi dehan ji tevger û rêxistinên jinan, parêzer, mamoste, jinên siyasetmedar, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Êzîdî di komxebatê amede bûn.

Di komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Remziye Mihemed: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê mezin bikin

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed a di komxebatê de axivî û diyar ku ew ê li dijî tecrîdê û dagirkeriyê tekoşîna xwe mezintir bikin û hemû jinan azad bikin.

Foza Yûsif: Rêber Apo riya artêşbûn, rêxistinbûn û rizgariya jin vekir

Endama Desteya Rêvebir a PYD’ê Foza Yûsif ya derbarê lidarxistina komxebatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivî wiha got:

“Rêber Apo di aliyê birdoziya rizgariya jin, artêşbûn û rêxistinbûna jin de gavên mezin avêt.

Ji bo ku jin bi awayekî wekhev û azad bijîn kedek mezin da.”

Foza Yûsif diyar kir divê jin ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin.

Piştre di komxebatê de beşdaran nerînên xwe anîn ziman.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin divê di her qadê de ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.

Back to top button