Çeteyan li navçeya Mabeta sivîlekî 24 salî kuşt

Li Efrîna dagirkirî, her roj sûcên dermirovî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Li navçeya Mabeta ya Efrînê çeteyan weletiyekî 24 salî bi îşkenceyên hovane kuşt.

Li herêma Efrînê ya dagirkirî, her roj sûcên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku li dijî welatiyên resen pêk tînin, dewam dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan welatiyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen yê 24 salî ji gundê Avrazê ya Mabeta kuşt.

Di 16’ê Berfanbara 2019’an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker Egîd revandibûn.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan Egîd bi rêbazên hovane îşkence kirin.

Her weha ji ber Egîd li ser destê xwe bi zimanê Kurdî nivîsandibû, çeteyan destê wî qut kir, û ew kuşt.

Rêxistinê diyar kir ku di 28’ê Gulana îsal jî, çeteyan birayê Egîd yê bi navê Mezlûm Şêx Hesen yê 40 salî revand.

Di 16’ê Hezêranê de çeteyan milyonek lîreyê sûriyê fidye standin û ew berdan.

Li aliyê din, ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagiker, jiyana Efrîniyan di metirsiyê de ye.

Malpera Afrinpost diyar ku li navenda navçeya Cindirêsê ji bo belavkirina alîkariyên xwarinê, di navbera çeteyan de şer derket.

Di vê derbarê de jî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di encama şer de çeteyek hat kuştin û zêdetirî 5 çete jî birîndar bûn.

Back to top button