“Kesên biyanî yên ku li Rojava mane dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin”

Rêveberiya deriyê Sêmlakayê ragihand ku kesên biyanî yên li Rojava mane dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiyê diyar kir ku ji bo derbasbûnê divê ew kes wêneyeke nasnameyê an jî formê û wêneyeke karta balafirê li ser jimara ku li ser ekranê xuya dike, bişînin.

009647508723621

Her wiha Rêveberiyê anî ziman ku kesên dema Îqama wan bi dawî bûne, ne di nav vê biryarê de ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêveberiya derîyê Sêmlakayê ji bo kesên ku li başûrê Kurdistanê asê mane rojên Yekşem û Çarşemê ji bo vegera wan diyar kiriye.

Back to top button