ÎHD: Di nava 10 salan de êşkence zêde bûye û divê sucdar bên cezakirin

Faşîzma dewleta Tirk timî bi polîtîkayên zextê xwest li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelan tine bike. Ev polîtîka heta roja îro dewam dike.

Bi taybet di nava 10 salên dawiyê de faşîzma AKP’ê ev yek hîn zêdetir kir. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rapora 10 salan a binpêkirina mafan aşkere kir.

ÎHD’ê xwest êdî kesên îşkenceyê dikin bên ceza kirin û dawî li polîtîkayên bêcazakirinê bînin.

Komîsyona Têkoşîna li dijî Kiryarên Xerab a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a di navbera salên 2010-2019’an de bi raya giştî parve kir.

Serokê Şaxê ÎHD’ê a Amedê Abdullah Zeytûn û rêveberên komeleyê li avahiya ÎHD’ê ya Amedê kombûn.

Di raporê de hat diyar kirin ku di navbera salên 2010-2019’an de 3 hezar û 569 kesên ku mafê wan hat binpêkirin serî li wan dan û 690 kesên ku bedena wan zerar dîtibûn serlêdana wan lêkolîn kirin.

Li gorî komeleyê,

Herî zêde li girtîgehan êşkence pêş ketiye.

Ev yek jî ji sedî 47’e.

324 gardiyanan û 280 polîsan eşkere êşkence li girtî û welatiyan kiriye.

ÎHD’ê anî ziman ku di navbera salên 2010-2019’an de li gorî rewşa polîtik, geşedanên di navbera hêzên dewletê û PKK’ê de rêje û jimar hatiye guhertin, wiha li raporê zêde kiriye:

Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an ku bû destpêka şerê çekdarî dîsa tundî, îşkence û danûstandinên xirab zêde bû.

Bi taybetî piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an û ragihandina rewşa awerte polîs û leşkeran êşkenceya li ser gel zêde kir.

ÎHD’ê di raporê de xwest bi lez dawî li îşkenceyê bê û kesên îşkencekar bên cezakirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê xwest mafê mirovan bi rêya darazê bê parastin, êşkencekar bên darizandin û cezakirin.

Back to top button