HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterek û dronekê hat xistin

Gerîlayên Azadiyê li herêmên Zap û Avaşînê bi berxwedaneke mezin rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.
Her wiha hat gotin derb li helîkoptereke êrişê û dronekê jî hate xistin.

Li herêmên Zap û Avaşînê şerekî giran heye, û gerîla bi çalakiyên cihêreng derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriyê û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla tîmên gerok derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û wiha hat gotin;

“Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên ku berxwedaneke dîrokî nîşan didin, nikarin bi pêş ve biçe.

Artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike.

Ligel hemû rêbazên şerê qirêj ê dewleta Tirk Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhekî fedaî tevdigere û roj bi roj berxwedana xwe ya dîrokî mezin dike.”

HPG’ê derbarê şerê li herêma Avaşînê de ev agahî parve kir;

“23’ê Nîsanê hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Avaşînê dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

24’ê Nîsanê Qada Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan hate bombebarankirin.

Dagirkeran heman rojê xwestin dîsa êriş bikin. Hêzên me dora dijmin girtin û ji nêz ve lê dan.

Li vir 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin êvarê Qada Berxwedanê bi balafirên şer bombebaran kirin.”

HPG’ derbarê şer û berxwedana li herêma Zapê jî ev agahî parve kir;

“24’ê Nîsanê di encama çalakiyên hêzên me de li Girê Ortê dagirkerek, li Girê Şehîd Cûdî dagirkerek, li Qada Şehîd Berxwedan 2 dagirker, li Qada Kurojahro 2 dagirker, li Qada Werxelê dagirkerek û li Girê Mamreşo 2 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir di çalakiya li qada Şehîd Berxwedan de çepereke dagirkera jî hate îmhakirin, li qada Şehîd Rûbar derb li helîkopterekê û li qada Şehîd Şahîn jî derb li dronekê hat xistin.

Her wiha HPG’ê ragihand 24 û 25’ê Nîsanê qadên berxwedanê yên herêma Zap û Metînayê bi balafirên şer, ji qereqolên ser sînor û teqemeniyan hatin bombebarankirin.

Li aliyê din HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku 18 û 19’ê Nîsanê di berxwedana Zapê de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Back to top button