Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê El Hemod El Kurdî oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.
Şervanê QSDˊê Elî Hemod El Kurdî ku di encama krîza dil de şehîd bû.
Xelkê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê kom bûn.
Di merasîmê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û got:
“Fedakariyên şehîdan badilhewa naçin, em ê heta paqijkirina xakê ji terorê li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd Elî Hemod El Kurdî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.