Delegasyona Navneteweyî serdana çalakvanên Nobeta Edaletê kir

Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku doh hate Stenbolê serdanên xwe didomînin.
Şandeya ku doh serdana parêzerên Rêber Apo kir, îro li gel çalakgerên Nobetên Edaletê bûn.
Çalakvanan ji ber serdanê spasiya endamên şandeyê kirin û têkildarî çalakiya xwe agahî dan.
Endamên şandeyê jî bal kişandin ser bandora çalakiyê ya li ser wan kirî û diyar kirin wê piştevaniya xwe ya bi nobetê re bidomînin.

Şandeya “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” di roja duyemîn de serdanên xwe didomînin.

Şande, duh çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ÎHD û DEM Partiyê.

ist-21-02-2024-uluslararasi-delegasyon-adalet-nobet-ziyaret.mp4

Endamên şandeyê îro jî serdana çalakgerên Nobeta Edaletê kirin.

Hevberdevkên Karên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk jî bi şandeyê re bûn.

Şandeyê pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û bi xizmên girtiyan re hevdîtin kirin.

Çalakvanan ji ber serdanê spasiya endamên şandeyê kirin û têkildarî çalakiya xwe agahî dan.

Her wiha dan zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ye û gotin:

Heta daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe dewam bikin.

Di heman demê de çalakvanan têkildarî polîtîkayên li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan tên meşandin jî agahî parve kirin.

Di dema serdanê de car bi car kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Di dema serdanê de endamên şandeyê jî bal kişandin ser bandora çalakiyê ya li ser wan kirî û diyar kirin wê piştevaniya xwe ya bi nobetê re bidomînin.

Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT bersivek dixwazin

Piştî hevdîtinê Delegasyona Navneteweyî têkildarî hevdîtinên xwe yên li bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin.

Delegesyonê ji CPT’yê xwest ku derbarê dosyêyên ku parêzerên Rêber Apo pêşkêşî wan kirine de demildest bersivek bidin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 86′ de didome

Back to top button