Delegasyona navneteweyî serdana buroya hiqûqê ya sedsalê kir

Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.
Di hevdîtinê de parêzerên Rêber Apo têkildarî rewşa tecrîdê agahî dan şandeyê.
Şandeya navnetewî jî diyar kir ku divê êdî Rêber Apo bê berdan û got:
Neçareserkirina pirsgirêka Kurd hîn jî bandorê li Tirkiye û herêmê dike.

Têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo delegasyonek navnetewî ji Ewropayê çû Stenbolê.

Şandeya ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê’ wê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin.

Navnîşana şandeyê ya îro ya despêkê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya parêzeriya Rêber Apo dike bû.

Parêzerên bûroyê û Berdevka Karê Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin.

Parêzerên Rêber Apo tekildarî rewşa tecrîdê agahî dan şandeyê

Piştî serdana ku ji çapemeniyê girtî pêk hat, parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî û got:

“Me têkildarî tecrîda li ser muwekîlên xwe yên li Îmraliyê agahî dan.

Me got, ev piştevanî ji bo me gelekî girîng e.

Em dixwazin pêşî li hewldanên hiqûqî yên ji bo dîtina Birêz Ocalan bê vekirin.

Ji ber vê yekê jî em serdana heyetê gelekî girîng dibînin.”

Piştre jî şandeyê daxuyaniya xwe da û ragihand ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd hîn jî bandorê li Tirkiye û herêmê dike.

Şandeya navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Şandeyê bal kişande li ser bangên Rêber Apo û tevgerên demokratîk yê ji bo aştiyeke mayinde û got:

“Lê belê dewleta Tirk timî bi êrişkarî û zextê bersiv da van bangan.”

Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û wiha hate gotin:

Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke binpêkirina mafê mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibînin û şermezar dikin.

Êdî dem dema aştiyê û jiyana bi hev re ye. Dema serbestberdana Abdullah Ocalan e.

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin

Back to top button