Artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê êrişên giran pêk anîn

Artêşa Îsraîlê li dijî gelek deverên Xezayê êrişên giran pêk anîn û hejmareke zêde kes mirin û birîndar bûn.
Îsraîlê jî ragihand ku leşkerekî wan yê din miriye.
Artêşa Îsraîlê jî bîlançoya êrişên ezmanî yên ji 7’ê Cotmehê ve eşkere kir.

Li navenda Xezayê şer û êrişên giran diqewimin. Ji ber şer rojane hejmara kuştî û birîndaran jî zêde dibe.

Hat ragihandin artêşa Îsraîlê li dijî gelek deverên bajêr êrişên dijwar pêk anîn.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê di encama êriş û bombebaranên şevê din ên li ser gelek taxên Xezayê de hejmareke zêde kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha hate diyar kirin keştiyên şer yên Îsraîlê qeraxên Xezayê û balafirên şer jî herêma Xan Yunus ya bajêr bombebarankirine.

Hate diyar kirin di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser maleke li navenda bajêr de jî 4 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve 31 hezar êrişên ezmanî pêk anîne

Artêşa Îsraîlê derbarê êrişên ezmanî yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve pêk anîne daxuyaniyek da.

Artêşê ragihand ku wan ji 7’ê Cotmehê ve li dijî Şerîda Xezayê, Şerîa Rojava, Libnan û Sûriyê zêdeyî 31 hezar êrişên ezmanî kirine.

Hate diyar kirin ji van êrişan, li dijî Xezayê zêdeyî 29 hezar, li dijî Libnanê zêdeyî 1000, li dijî Şerîa Rojava jî 30 êrişên ezmanî pêk anîne.

Lê di daxuyaniyê de têkildarî hejmara êrişên li dijî Sûriyê de agahî nehate dayîn.

Li başûrê Xezayê leşkerekî din yê Îsraîlê hate kuştin

Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand li Xezayê leşkerekî wan yê din hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşê roja sêşeme di şerê li başûrê Xezayê de leşkerekî wan yê din miriye û derbarê mirina wî de hûrguliyên zêde nehate parvekirin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê ji destpêka operasyona Îsraîlê ya li dijî Xezayê heta niha 236 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Hemas: Heta şer nesekine em peymana bi hev guhertina girtiyan qebûl nakin

Hemasê jî têkildarî peymana bi hev guhertina dîl girtiyan de daxuyanî da.

Hemasê eşkere kir heta ku Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Xezayê nesekinîne, destûra derbaskirina alîkariyên ji bo Xezayê nede û girtiyên Filistînî yên di zîndanan de bernede ew peymana bi hev guhertina dîl girtiyan qebûl nakin.

Şerê li Xezayê 136 roj e didome: 107 kesên din mirin

Back to top button