Di Forûma Civakî ya Cîhanê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de ku li paytexta Kathmandû ya Nepalê hate lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Beşa Asyayê ya Forûma Civakî ya Cîhanê îsal li Nepalê di navbera 15-19’ê Sibatê de li hev kom bû.

Di forûmê de li ser mijarên aborî, newekhevî, pirsgirêkên avhewayê, mafên karkeran, koçberî, newekheviya zayendî, aştî û pêşketina herdemî nîqaş hatin kirin.

Di forûmê de li ku paytext Kathmandûyê hate lidarxistin piraniya wan ji parzemîna Asyayê ji 91 welatan û ji 1188 rêxistinan nêzî 40 hezar kes tevlî bûn.

Di mijara ‘Demokrasiya Radîkal’ de gelek rêxistinên Asyayî û bi navê Akademiya Modernîteya Demokratîk, Jineolojî û Kongra Star delege tevlî nîqaşê bûn.

Pêşkêşiya li ser danasîna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelekî bal kişand.

Her wiha gelek broşur û materyalên li ser mijarê hatin belavkirin.

Di nava bernameyê de beşdaran belavokek bi Îngilîzî ya li ser azadiya Rêberê Apo xwendin.

Back to top button