Xelkên Kerkûkê: Desthilatdaran ji bo berjewendiyên xwe komplo pêk anîn

Xelkên bajarê Kerkûkê derbarê tecrîd û komployê de axivîn û gotin: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, berdewamkirina şere.
25 sal bi ser komployê re derbas bûn, divê rêxistinên mirovî ji xwe şerm bikin û êdî erkên xwe bi cih bînin.
Divê hemû gelê Kurd bibin yek, ji ber ku ger em nebin yek em azad jî nabin.”

Dewletên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî pêk anîn.

3 salin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye.

Welatiyên bajarê Kerkûkê derbarê mijarê de axivîn.

Îbrahîm Mihyedîn diyar kir ku ji sala 1942’an ve Ewropa bûye cîhana şer û ew şer gihiştiye Rojhilata Navîn jî û got:

“Ger şer li Rojhilata Navîn bi dawî bibe wê dawî li berjewendiyên dewletên hegemon were û êdî nema dikarin çekan bifroşin.

Ji ber vê yekê komplo li dijî Serok Apo pêk anîn.

25 sal bi ser komployê re derbas bûn, divê rêxistinên mirovî ji xwe şerm bikin û êdî erkên xwe bi cih bînin.

Divê hemû gelê Kurd bibin yek, ji ber ku ger em nebin yek em azad jî nabin.”

Hîwa Hesen: Komplo ji bo her kurdekî trajediyeke mezin bû

Mamosta û çalakvanê sivîl Hîwa Hesen jî Komploya Navneteweyî wekî karesat bi nav kir û wiha got:

“Bêguman komploya navneteweyî ji bo her Kurdekî trajediyeke mezin bû.

Ji bo wê birêz Ocalan di çarçoveya planek navneteweyî de hate armanc girtin.”

Hîwa Hesen: Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewamkirina şere

Hîwa Hesen wiha qala tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo kir:

“Tecrîda ku niha tê meşandin, li ser asta cîhanê binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e.

Me qet nedîtiye ku girtiyek ji mafê xwe yê hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re bê par maye.

Ev yek binpêkirina yasaya navneteweyî ye.

Tecrîda ser birêz Ocalan, berdewamkirina şere.

Hêvî darim birêz Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe.”

Back to top button