Nayîf Şemo: Têkildarî peymana 9’ê Cotmehê me bersiva waliyê Mûsilê da

Hevserokê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo têkildarî serdana waliyê Mûsilê ya bo Şengalê got: “Me derbarê Peymana 9’ê Cotmehê de bersiva walî da û jê re bi awayekî vekirî got em li dijî peymanê ne.
Eger îdareya nû ji bo Şengalê were danîn pêwîste bandora hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê îdareyê nebe.”

Doh waliyê Mûsilê Ebdulqadir Eldexîl serdana Şengalê kir û bi serokeşîr, kesayet û berpirsên saziyên civakî û xizmetgûzariyê re civiya.

Di hevdîtinê de diyar kir ku divê peymana 9’ê Cotmehê ya Şengalê ku 2020 di navbera PDK, Tirkiye û Hikûmeta Iraqê de pêk hatiye pêk bê.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ku di hevdîtina bi waliyê Mûsilê re amade bû, nirxandin kir.

Nayîf Şemo: Mijara sereke ya walitê Mûsilê peymana 9’ê Cotmehê bû

Nayîf Şemo, têkildarî serdana waliyê Mûsilê û hevdîtinê de wiha axivî:

“Di hevdîtinê de mijara sereke li ser avakirina îdareya Şengalê bû.

Parêzgerê Mûsilê îşaret bi Peymana 9’ê Cotmehê a di navbera Kazimî û PDK’ê de kir û got ku pêwîste xalên peymanên bên pêkanîn.

Lê me bersiva vê yekê da ji ber ev tişt nayê qebûlkirin.”

Nayîf Şemo: Helwesta me ya li dijî peymana 9’ê Cotmehê zelale

Nayîf Şemo da zanîn ku Parêzgerê Mûsilê li ser pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê bi îsrara li ser helwesta xelkên Şengalê ev tişt got:

“Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê bu tu awayî vê peymanê qebûl nakin, di vî alî de helwesta me zelal e.

Ti biryarên derveyî îradeya xelkê Şengalê be ew neyê qebûlkirin.”

Nayîf Şemo: Divî îdare ji aliyê xelkên Şengalê ve were hilbijartin

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo di dawiyê de careke din helwesta Rêveberiya Xweser ragihand û got:

“Me vekirî ji Parêzgerê Mûsilê re gotiye em li dijî peymanê ne, eger îdareya nû ji bo Şengalê were danîn pêwîste tu bandora Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê îdareyê nebe.

Dê îdare ji xelkê Şngalê were hilbijartin.”

Waliyê Mûsilê serdana Şengalê kir

Back to top button