Waliyê Mûsilê serdana Şengalê kir

Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl îro serdana Şengalê kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir.
Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo jî diyarkir ku wan peyama gelê Şengalê gihandiye walî û got: “Em destwerdanên li ser Şengalê qebûl nakin.”

Di hilbijartinên Iraqê yên di 18’ê Kanûnê pêk hatibû, Ebdûlqadir Dexîl weke waliyê parêzgeha Nînovayê hatibû hilbijartin.

Piştî ku duh li Bexdayê bi fermî li ser karê xwe hat erkdarkirin serdana xwe ya yekem ji bo Şengalê kir.

Dexîl di serdana xwe ya li Şengalê de, serdana Firqa 20’an a artêşa Iraqê û saziyên xizmetgûzariyê yên welat kir.

Piştî hevdîtinan Dexîl daxuyaniyek çapemeniyê da.

Dexîl di destpêka axaftina xwe de fermana 3’Tebaxê ya li ser Şengalê bibîrxist û got:

“Armanca vê serdanê ew ku xelkê Şengalê vegerin û ji nûve avakirina binesaziya bajar pêk bê ye.

Lewma bo çareserkirina pirsgirêkên rêveberî yên Şengalê pêwîstî bi Peymana 9’ê Cotmehê ve heye.”

MXDŞ: Em destwerdanên li ser Şengalê qebûl nakin

Têkildarî serdanê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî û got:

“Me ji walî re ragihand ku ji hemû hêz, alî û partiyên Şengalê tifaqekeke hevbeş hatiye avakirin.

Me hişyarî da ku bi ti awayî qebûl nakin bandora herêma aliyek derve li ser Şengalê hebe.”

Şemo diyarkir ku Peymana 9’ê Cotmehê di navbera hikumeta Kazimî û PDK’ê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman:

“Em destwerdanên li ser Şengalê qebûl nakin. Pêwîste rêveberiya Şengalê ji aliyê xelkê Şengalê ve be.”

Back to top button