Li Hesekê 2 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Li 5 bajarên herêmê bi merasîman 6 şervanên ku di demên cuda de şehîd bûbûn hatin oxirkirin.
Di merasîman de soza şopandina reya şehîdan û pêkanîna armancên wan careke din hate nûkirin.

Xelkê bajarê Hesekê 2 cangoriyên xwe ên YPG’ê Kaya Amed û Leheng Qendîl li goristan şehîd Dijwar oxir kirin.

Şervanê YPG’ê şehîd Kaya û Qendîl 22 Çileya 2024’an li Tebqayê şehîd bûbûn.

Li goristanê ji fermandarên QSD’ê Agirî Hesekê di kesayeta her du şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:

“Bi şopandina fikr û felsefeya Rêber APO û rêya şehîdan, wê tevahî komployên dagirkeriyê têk biçin.”

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Silo wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel her du şehîd spartin axê.

Li Amudê cenazeyê şehîd Bêrîtan hat oxirkirin

Li bajarê Amûdê jî merasîma oxirkirina şervana YPJ’ê Bêrîtan Navdar hebû.

Bi girseyî xelkên bajar cenazeyê şehîd ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl.

Şervana YPJ’ê Bêrîtan Navdar 22’yê Çileyê di encama qezayekê de li bajarê Tebqayê şehîd bûbû.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Amûdê Cewhir Osman ya li wir axivî, sersaxî ji malbatê re xwest.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Xalê şehîd Bêrîtan Ekrem Îbrahîm axivî û got, ew bi şehadeta Bêrîtan serbilind in.

Şehîd bi dirûşma “Şehîd namirin” li Pakrawangeha Şehîd Îsamîl hat veşartin.

Li Dêrikê şehîd zîn jînda bi merasîmekî hate oxrkirin

Her wiha gelên Dêrikê û navçeyên wê jî, ji bo oxirkirina şervana YPJ’ê Zîn Jînda ku li Tebqayê şehîd bûbû, berê xwe dan goristana şehîdan.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Elî di merasîma oxirkirinê de axivî û wiha qala welatpareziya malbata şehîd kir.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin

Bi van dirûşmeyan jî xelkê bajarê Dirbêsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Çiya Jîn Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî sipartin axê.

Ş. Çiya Jîn Dirbêsiyê 12`ê Sibatê li Minbicê şehîd bûbû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn tevahî şehîd bi bîr anîn û berxwedana wan a ji bo ewlehî û aştiyê silav kirin.

Bavê şehîd Çiya Jîn, Mihemed Elî jî soz da ku rêya şehîdan li ser şopa keça xwe bidomînin.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd Çiya Jîn Dirbêsiyê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spart axê.

Şervanê QSD’ê şehîd Ehmed El Ebbas hate oxirkirin

Li Reqayê jî şervanê QSD`ê Ehmed Ebdullah El Ebbas ku 15`ê Sibatê li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûbû bi merasîmekê hate oxirkirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Fatme El Nasan sersaxî da malbata şehîd û got:

“Şehîd Ehmed di oxira parastina welatê xwe de û ji bo ku ewlehî pêk were, canê xwe feda kir.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd li gel sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” hate veşartin.

Şêniyên Helebê jî pêşwazî li cenazeyê şehîd Bakur Efrîn yê 22’ê Çileya 2024’an di qezayekê de şehîd bûbû kirin.

YPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Back to top button