YPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Ji bo parastina desketiyên şoreşa gelan, berdêlên giran tên dayîn.
YPG’ê ragihand ku 6 şervanên di encameke qezayekê de şehîd bûne:
Her wiha şervaneke wan jî di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

7 şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li cih û demên cuda şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

22’ê Çileya 2024’an hevrêyên me Zîn Jînda, Bakur Efrîn, Bêrîtan Navdar, Kaya Amed, Leheng Qendîl û Şîlan Efrîn dema ku li ser erka xwe bûn, di encama qezayeke giran de şehîd bûn.

Di heman demê de em bi xemgîniyeke mezin radigihînin ku hevrêya me Çiyajîn Dirbêsiyê jî di 12’ê Sibata 2024’an de di encama nexweşiyê de gihîşte asta şehadetê.

Emê heta dawiyê têkoşîn bikin ta ku jiyana azad û modernîteya demokratîk bi serkeftinê tacîdar bikin.

Wek YPG û YPJ, em careke din dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re diyar dikin û em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û gelê xwe re dixwazin.

Hevrêyên me bi baweriyeke mezin her kêliya jiyana xwe kirin bin xizmeta şoreşê, em ê jî wek şopdarên wan, bibin pêkanînerên xewn û xeyalên şehîdên xwe.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bakur Efrîn
Nav û Paşnav: Emîn Ebdo
Navê Dayikê: Zelîxa
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Bêrîtan Navdar
Nav û Paşnav: Ronahî Îbrahîm
Navê Dayikê: Silava
Navê Bav: Rodî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Kaya Amed
Nav û Paşnav: Mihemed Mano
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Leheng Qendîl
Nav û Paşnav: Beşar Mihemed
Navê Dayikê: Safiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Şîlan Efrîn
Nav û Paşnav: Şîrîn Hurik
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Qaziqlî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Zîn Jînda
Nav û Paşnav: Behiye Ebdilmecîd
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Kawa
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Çiyajîn Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Ronya Elî
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 12’ê Sibata 2024

Back to top button