Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), pêla binçavkirin û girtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û bang li jinan kir ku li dijî zextan dengê xwe bilind bikin.
KJAR’ê destnîşankir ku rejîma Îranê careke din ji ber bê çareya li beramberî îrade û berxwedana gelê Kurd, dest bi pêla binçavkirin û girtina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û wiha domand;
Gelê Kurd ji destpêkê ve li beramberî, sîstema çewsîner a rejîma Îslamî ya Îranê berxwe dide.
KJAR’ê bal kişand li ser zextên li ser jinan û wiha got;
Bi armanca bêdengkirinê, bi hîncetên cuda yên di warê siyasî, civakî û çandî de, êrişî jinan dikin.
Pêwîste gelê Kurd û bi taybet jin li hemberî vê pêla rejîma Îranê daye destpêkirin bêdeng nebin.