Ji bo şervan Can Guder erebeya cenaze nehat dayîn

Dewleta Tirk a faşîst a qirker girtîgeh vegûherandiya cihê mirinê, kurdan weke hemwelatiyê xwe nabînin, him dikuje him jî bêrêzî, heqaret miriyên kurdan dike.

Ev dîmenê ku hûn niha dawiya seyarekî servekirî de dibînin yê ciwanê kurd Şervan Can Guder e.

Şervan Can Guder ku girtiyek siyasî bû, di gîrtîgeha Tîpa F a Wanê dima bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Girtîgehê ji malbatê re ragihand kurê wan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, malbatê jî ragihand ku ti nexweşiya kurê wan nînbûn û piştrast kirin ku kurê wan hatiye kuştin.

Ev êşa malbatê ne bes bû dewleta faşîst erebeya cenaze neda malbatê û ji malbatê re hate gotin ku ” Ji bo we nîne”. Malbatê jî bi derfetê xwe cenazê xwe dawiya erebeyeke servekirî de birîn Geverê.

Ev dîmen li ser malperên civakî rastî berdekan hat.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê Wezîrê Dadê Beîkîr Bozdag etîket kir û got: “Ev bêrêzîye, Çima hûn karên wisa dijî mirovahiyê dikin?”

Back to top button