Li Amedê teqînek çêbû herî kêm 10 kes birîndar bûn

Se’etên sibehê li Amedê li kargeheke sîteya pîşesaziyê teqînek çêbû.
Li gorî encamên destpêkê herî kêm 10 kes birîndar in.

Vê sibehê li kargeha Doguş Torna ya Sîteya Pîşesaziyê ya 3. a Amedê teqînekê rû da.

Di encamê de herî kêm 10 kes bi giranî birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê kadroyên tenduristiyê ve ji nav kavilên dikanê hatin derxistin û ji nexweşxaneyên bajêr re hatin veguhestin.

Ne tenê ziyanên canî, vê teqînê ziyaneke mezin li derdorê jî kir.

Kargeh û erebeyên derdorê jî xesarek mezin dîtin.

Li gorî agahiyan teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye.

Heta niha der barê teqînê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Back to top button