Newroz Ehmed: Li dijî DAIŞ’ê me piştgiriyeke têrker wernegirt

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed anî ziman ku li gel êrişên dewleta Tirk û derfetên kêm wan li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke bênavber meşandin, lê belê ji Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyeke têrker wernegirtine.

Newroz Ehmed bi wesîleya salvegera rizgarkirina Baxozê ji ANF’ê re axivî.

Newroz Ehmed diyar kir ku Ji sala 2019’an û vir ve gelek operasyonên serketî û bi bandor hatin kirin û got :

“Bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li herêmên derdorê jî operasyon hatin kirin.

Ji xwe eger ne ji operasyon û hewldanên me bûya wê DAÎŞ ji nû ve bibûya gefeke gelekî mezin.”

Newroz da zanîn ku DAÎŞ xwe li herêmên dagirkirî bi rêxistin dike, perwerdeyê dibîne û plan dike ku êriş bike û wiha domand:

“Derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser ku bi tenê hatiye hiştin, her wiha piştgiriya netêrker dihêle ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê tam encamê bi dest nexe. ”

Newroz Ehmed dawiyê tekez kir ku Yên ku welatiyên xwe di nava DAÎŞ’ê de hene bila wan bibin, Yên nikarin bibin qet nebe bila piştgiriyê bidin me.

Back to top button