Şêxên eşîrên El-Bû Xemîs û El-Mûsa El-Dahir ên li Tebqayê diyar kir ku hevkariya Kurd û Ereb a li ser vê xakê dîrokî ye û banga parastina vê hevkariyê kir da ku armancên hevpar ên pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet pêk bîne.
Şêxê eşîra El-Bû Xemîs li Tebqayê Hisên El-Raşid diyar kir ku Têkiliya di navbera Ereban de têkiliya hevgirtin û biratiyê ye û got :
“Ev têkî li ser vê xaka dîrokî û çandî ye.
Hevkariya di navbera Kurd û Ereban de hebûn û bandora xwe di nava dîroka herêmê de îsbat kir.”
Hisên El-Raşid destnîşan kir ku divê hemû pêkhate parastina mîratên xwe bikin, da ku li hember hemû zehmetiyên li derdor bisekinin.
Şêxê eşîra El-Mûsa El-Dahir li Tebqayê Ayid El-Hadî jî da zanîn ku Kurd û Erebên li herêmê beşek ji hev nayên parçekirin û got :
Tişta ku vê hevgirtinê îsbat dike, vejîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye..
El-Hadî da zanîn Divê em bi yek destî li hember hemû planan bisekinin.