Jinên Reqayê: Êrişên Tirkiyê vîna me naşkîne

Jinên Reqayê diyar kir ku hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkoşîna wan têk nabin.

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dua El Hesen derbarê êrîşan de wiha axivî:

“Li hember van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtin, girêdana xwe bi xakê û bi Rêveberiya Xwe ya Xweser re nîşanda.

Bi wê yekê armanc û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna projeya Osmaniya Nû li herêmê têk bir.”

Endama Komîteya Perwerdê ya girêdayî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo da zanîn ku dewleta tirk dixwaze bi van êrişan vîna wan bişkîne, lê wê encam negre.

Her wiha endama Saziya Olê ya Kantona Reqayê Sûad El Kurdî jî diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê li dijî binesazî, nuqteyên xizmetguzarî hilweşandina şoreşa 19’ê Tîrmehê dike armanc.

Sûad El kudrîd di dawî de bang li tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê kir ku li hemberî êrîşan xwedî helwest bin.

109 rêxistinan hedefgirtina binsaziyên herêmê şermezarkirin

Back to top button