Li Almanyayê çalakiya Greva Birçîbûnê destpê kir

Li bajarê Heîlbron ê Almanyayê, ji bo şikandina tecrîda li dijî rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê (DKTM) bi komekî ji 5 kesan dest pê kir.

Çalakvanan bi daxuyaniyeke derbarê çalakiya xwe de gotin:

Li dijî Rêbertî pêkanînek dijhiqûqî û dijmirovî heye. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT hemû hêzên tevlî komployê bûne berpirsiyarê vê yekê ne.

Rêbertî hêviya azadiyê ya gelê Kurd e û hêviya aştiyê ya Rojhilata Navîn e. Em demildest azadiya wî dixwazin.

Di berdewamî daxuyaniya xwe de çalegeran diyar kir ku wê çalakiya wan heta 15’ê sibatê bi awayekî dorveger bidome.

Her wiha çalageran bang li kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê jî kir ku vê çalakiyê her derî belavbikin, mezin bikin.

Meşa Azadiyê li Evryê ya Parîsê ye

Back to top button