Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko JIN’ê banga tevlêbûna meşa Kolnê kir

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ û Teko JIN’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin û gotin:
“Divê em bi girseyî biherikin Kolnê û li dijî hêzên ku jiyana bê Rêber Apo li me ferz dikin, dengê xwe bilind bikin.”

Ciwanan diyar kirin ku Rêber Apo di encama Komploya Navneteweyî de 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de tê girtin û gotin:

“Em ê li her qadê li dijî hêzên ku jiyaneke bê Rêbertî ferz dikin dengê xwe bilind bikin û dibêjin ku ‘Em jiyana bê Rêber Apo qebûl nakin”

Ciwanan bang li her kesê kir ku tevlê meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin û gotin:

“Divê em hemû ciwan bi taybetî jî ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan û têkoşînê bilind bikin.”

Li Almanyayê çalakiya Greva Birçîbûnê destpê kir

Back to top button