Li Binarê Qendîlê jinan Viyan Caf bibîranîn

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li gundê Spiyero yê Binarê Qendîlê, Viyan Caf di 18’emîn salvegera şehadeta wê de bibîranî.

Bîranîn bi pêşengtiya RJAK’ê li gundê Spiyero yê Binarê Qendîlê, pêk hat.

Bîranîn bi kombûn û amadebûna jinên gund û deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir.

Despêkê sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan hate temaşekirin û piştre jinan li ser rewşa niha ya jinan guftugokirin.

Hêjayê gotinê ye ku Fermandara YJA STAR’ê Şehîd Viyan Soran di 2’ê Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêber Apo û xeta xiyanetê, tasfiyekirina PKK’ê a di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist û şehîd bû.

Back to top button