Pirsgirêka ava Hesekê tê çareserkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê lidarxist
Dicivînê de projeya kişandina avê ji çemê Firatê ji bo Hesekê hate erêkirin.
Her wiha ji bo pêşxistina xebatên xizmetgûzarî ji bo şaredariya qanûnên nû hate derxistin.

Di civînê de bendên hevpeymana civakî û makanîzmeya pêkanîna wan û projeyên girîng ên Desteya Rêveberiyên Herêmî, yên deste û komîteyên Rêveberiya Herêmî hatin nîqaşkirin.

Taybet jî projeyên weke qîrkirina rêyan û pînekirinê, sererastkirina piran, danîna rîgaran, kanalîzasyon û amadekirina tor û stasyonên avê.

Civîn bi girtina gelek biryaran, bi encamnameyekî bi dawî bû.

Hin ji wan biryar wiha ne:

Projeya kişandina avê ji çemê Firatê ji bo Hesekê hate erêkirin

Budceya projeya kişandina avê ji bendava Tişrînê bo Minbicê hat veqetandin.

Para şaredariyan a bacan li gor bucdeyê hat diyarkirin.

Qanûnek fermî ya Rêveberiya Herêmî hat derxistin.

Qanûneke aborî ya girêdayî şaredariyan hat derxistin.

Sîstemeke dîjîtal ji bo tevahî şaredariyan hat çalakkirin.

Back to top button