101 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev zêdetirî 3 meh in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin, nayê girtin.
PDK’ê doh li herêma balayakatî rojnamevan Têkoşer Hisên revand lê ji ber zextên raya giştî doh şev berda.
Derbarê revandina Rojnamevana de Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Yehya Reşawî bang partiyên siyasî, rêxistinên rojnamevanan ê başûr kir ku li dijî vê binpêkirinê bi erka xwe rabin.
Konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê jî ragihand ku li başûrê Kurdistan azadiya ragihandinê kêm bûye

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 101 rojin agahî jê nayê girtin.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

PDK rojnamevanê herêma balekayetî Têkoşer Hisên revand

Ne tenê Silêman Ehmed doh rojnamevanê herêma Balekayetî û Çomanê Têkoşer Hisên revand.

Lê ji ber zexta raya giştî asayîşa PDK’ê wê doh derengiya şevê berda.

“Li Başûrê Kurdistanê hîna karê rojnamevaniyê dibin metirsiyê de ye”

Her wiha Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Yehya Reşawî jî, derbarê binpêkirina rojnamevanan de axivî.

Dr.Yehya Reşawî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê hîna metirsî li ser azadiya karê rojnamevaniyê heye û got:

“Herêma Kurdistanê di rewşa azadiya rojnamevanan de hîna nebûye nimûneyek baş, di rêzên dawî yên binpêkirina mafê rojnamevanan deye.

Heta niha jî hêzên emnî nekarîne maf û azadiya rojnamevaniyê biparêze.

Ji ber vê jî dozên rojnamevanan nayê çareserkirin.”

Dr. Yehya Reşawî, bang li partiyên siyasî, rêxistinên rojnamevanan kir ku ji bo rewşa rojnamevanan li hev bicivin û pêşî li van binpêkirinên li başûrê kurdistanê bigrin.

Konsolxaneya Amerîka: Li Başûrê Kurdistanê azadiya ragihandinê kêm bûye

Her wiha Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê jî derbarê azadiya karê rojnamevaniyê ya li Başûrê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyek weşand.

Konsolxaneyê ragihand ku di demên dawî de azadiya ragihandinê li Herêmê kêm bûye û Amerîka ji vê neraziye.

Daxuyaniya konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê di demek wisan deye ku li başûrê Kurdistanê, taybet jî li Hewlêr û Dihokê, heya niha gelek rojnamevan hatine girtin û zextên li ser rojnamevanan jî dewam dikin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 100 rojin agahî nayê girtin

Back to top button