Li başûrê Kurdistanê mûçeyên karmendan bûye rojeva saziyan.
Karmendên tenduristiyê yên bajarokê Dukan a bi ser Silêmaniyê ve jî mîna mamosteyan li hemberî nedana mûçeyan nerazîbûna xwe nîşand dan.
Karmendên tendirustiyê yên bajarokê Dukanê ji ajansa ROJNEWS’ê axivîn û wiha gotin:
“Ev 5 meh in hikûmetê mûçeyên me nedane me.
Nedana muçeyên mehane debara jiyanê li me zehmet dike.
Her wiha bandorê li karê me ê tenduristî dike ku di encamê de welatî zirarê ji boykota me a kar dibînin.
Em ji hikûmetê daxwaz dikin ku her meh mûçeyan bide.”