Êrişên dewleta Tirk rê li ber karesata jîngehê vedike

Ji ber êrişên dewleta Tirk a qirker li ser navendên sotemeniyê, petrol herikî nava çemê Cexcexê.
Komîteya awarte ya ji aliyê Meclîsa Navçeya Til Birakê ve hatî avakirin, dest bi paqijkirina çem kir.

Meclisa Til Birakê ya Kantona Cizîrê komîteya awarte bi hevkariya Desteya Çandinî û Avdanê û Nivîsgeha Danayên Avê ya Rêveberiya Xweser re bendên astengkirina herikîna petrolê li ser çemê Cecex, danîn.

Hevseroka meclisê Sîmav Etê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a qirker yên li ser binesaziya herêmê hatin bibîrxistin û wiha hate gotin:

Em ê li gorî derfetên heyî bend li ser çemê danîn da petrol kom bibe û piştre çemê paqij bikin.

Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser îstasyonên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nefta xam a van stasyonan tevlî ava çemê Cexcex a bajarê Qamişlo bû.

Nefta xav a ku dikeve çem ji bo tenduristî, jîngeh, qadên çandiniyê û ajalên ku ji vê çavkaniya avê vedixwin xeteriyek mezin çêdike.

Back to top button