HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 28 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Li gorî vê
“Li herêma Metînayê;
29’ê Nîsanê, artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzên gerîlayan kir.
Gerîlayan jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.
1’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Girê Cûdî bi çekên giran êrîş kir û li vir jî di çarçoveya parastina reva de bersiva êrişa dagirkeran hate dayîn”
Têkildarî êrişan HPG’ê ragihand ji 29’ê Gulanê heta 2 Gulanê Arteşa Tirk a dagirker
9 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrîşê, 15 caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran qadên berxwedanê bomberana kir.
Her wiha HPG’ê da zanîn dagirkeran li Sîdayê jî hewl dan bi kepçeyan çeperên berxwedanê hilweşînin.