Ev 2 carin ku êrîş li gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî tê kirin

Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî hate kirin.
Mûstafa Polat ê beriya niha gora wan tamîr kiribû banga “Em xwedî li nirxên xwe derketin” li welatiyan kir.

Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr Kaymaz li navçeya Qosera Mêrdînê di 21’ê mijdara 2004’an li mala xwe di encama gulebaranê de hatibûn kuştin.

Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî li goristana taxa Pirîketa, ji aliyê kesên nediyar ve êriş pêk hat.

Yek ji welatiyên ku gor tamîr kir, Mûstafa Polat, dema çû goristanê dît ku careke din gor hatiye şikandin.

Mûstafa piştî tamîrê nameyek li ser medyaya dîjîtal parve kir û wiha got:

“Ne bes e ku zarokekî 12 salî kuştin, niha jî bi gora wî mijûl dibin.

Mûstafa Polat, banga “Em xwedî li nirxên xwe derkevin” li welatiyan kir û got:

Her ku êrîş bê kirin em ê dîsa tamîr bikin.

Back to top button